Alend Hazim

Xalxaloka Çema

Xalxaloka Çema

158

Listeners

796

Total plays

3

Likes

Xalxaloka çema
 
Xal xaloka çema
Şemamoka lema
Te haj ji xwe nema
Pê diket kul û xema
.
Gul yazê lîlozê
Lêv şekirê bozê
Berê mi da dozê
Çi dikî dibê hema
.
Çavê teyî spehî
Du biskê sê şehî
Rondik ji min lehî
Hew nas dikin şema
.
Ez xortekî Kurd im
Riya gel na berd im
Xwînê didim merd im
Divêm reqs û sema
.
Kurdistanam kanî
Kê bir û neanî
Rojek wê bê şanî
Her tişt dibê hema



special thanks :
Brusk M.Sêxo
Ali Shaker 
Hugir Zahir 
Heval Macid 
Kawar sulaiman
Bewar izat 
Bahman Faraji
Hamid Rêkani 

____________

#AlendHazim 
©️ copyrighted by VIN (on behalf of Alend Hazim)
Similar tracks