Listeners
Total plays
Likes
Hoy dayê dayê, hoy dayê Şev û rojan min xew nayê Hîvî û xema, sal û dema Kirim rêvî le dınyayê Rojgar û sal û dewûrana Kerrov û befr û barana Rêl û rewal, dol û nehal Dipîvim ez biyabana Bêkes û bêwar û yar bûm Hêşta zarok ez hişyarbûm Ji bona jîneka azad Li gemya xewna siyarbûm Sal û dema kirim rêvî li dinyayê (Temen bûrî, roj be lez in Sal û dewran zû dibezin Nizanim ez çima dayê Negehiştim xewna mezin?) Vê perravî û vê benderî Geriyam cîhan seranserî Hîvî û daxwaz her mane xew Keftim jîna derbederî Negehiştim ez viyana xo Tenê ez mam semyana xo Qeder hat û ez dûrkitim Ji hîlana jiyana xo Bêkes û bêwar û yar bûm Hêşta zarok ez hişyarbûm Ji bona jîneka azad Li gemya xewna siyarbûm Sal û dema kirim rêvî li dinyayê by : @juanaa